Li Navçeya Tetwan a Bedlîsê, hosteyê temîrkirina pêvalan Cesîm Gulmez 40 sal e karê xwe didomîne.
Gulmezê ku li navenda navçeyê 40 sal berê li dikana xwe ya 5 qeremêtroyî dest bi temîrkirina pêlavan kir, pîşeya ku ji bavê xwe hîn bibû didomîne.
Gulmez sibehê zû dest bi karê xwe yê ku debara xwe pê dike û heta êvarê pêlavan temîr dike.
Gulmez behs kir ku gelekî ji pîşeyê xwe hez dike û got, “Min berê bi derzî, pense û tayê bi hunera destê xwe pêlav temîr dikirin. Min paşê bi emilandina makîneyên destan karê xwe domand. Ev 40 sal e karê bavê xwe didomînim û ji karê xwe memnûn im.”
Gulmez diyar kir ku bi pereyê qezenc dike va 6 zarokên xwe xwedî dike û got ku “Gelê Tetwanê baş û bi melheze ye. Ez pençeyan diguherînim, fermuarên xirabe temîr dikim, pêlavan didûrim, pîne û temîrê dikim. Dikana in a niha 5 qeremêtro ye û ez bi pereyê ji vir qezenc dikim debara xwe dikim.” (AA)
Serhat News