Ji ber tedbîrên parastinê yên hatine wergirtin pezkoviyên li çiyayên Dêrsîmê dijîn êdî bi rehetî li çol û çiyayan digerin.
Li herêmê gelek heywanên kovî û beyanî yên weke gur, hirç, werşeq, wehş, qertel, sihorîk, pezkovî, rovî, torîk, kûze û xezalên çengelqiloç dijîn.
Li bajêr di salên dawîn da bi saya tevdîrên tên hildan pezkoviyên li çiyayên asê yên Dêrsimê dijîn him zêde dibin him jî bi rehetî li çol û çiyayan digerin.
Pezkoviyên li çiyayên asê dijîn pirî tevî keriyên xwe caran dadikevin jêrê, li çem û çavkaniyan av vedixwin û di pey ra hildikişin çiyayên asê. (AA)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver