Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) encamên rapora xwe ya bi navê “Li Tirkîyê Rojnamevanî: Lêkolîna Profîl û Têgihiştinê” eşkera kir.
Di vê raportê de rewşa rojnamevanên Tirkîyê di warê mafên mirov, pêkutiyên sîyasî, sansûr, şert û mercên karkirinê û aborî de, di çi astê de ye tên dîyarkirin.
Di Cotmeha sala 2022’an de cara yekê li Tirkîyê Qanûna Dezenformasyonê kete meriyetê. Rêxistinên rojnamevanan vê qanûna li ser medyayê wek çewsandineke rojnamevanan dîyar dikin.
Di lêkolîna TGS’yê de ji sedî 54,8 ji rojnamevanan xwe di bin givaştinên sîyasî de dibînin.
Ji sedî 42,8 ji rojnamevanan jî dibêjin ew rastî sansûrê tên. Di nav van de jî ji sedî 25,3 xwe di nav xwe-sansûrkirinê (otosansur) de dibînin. Rêjeya yên ku xwe di nav xwe-sansûrkirinê de nabînin ji sedî 36,9 e.
Rojnamevan tevî zextên sîyasî, bandora aboriyê jî li ser xwe hîs dikin. Li gor vê lêkolînê, ji sedî 37,1 di warê berdewamkirina fînansê de, ji sedî 29 di warê şert û mercên xebatê de û ji sedî 24,7 jî xwe di bin çawsandina kardêran de dibînin.
Serokê Komeleya Rojnamevanên Hemdem (ÇGD) Kivanç El ragihand ku zextên sîyasî yên ser medyayê ti gavê kêm nabe û her sal bêtir zêde dibe. El di berdewamiyê de wiha axivî: “Ji ber zextên sîyasî êdî li Tirkîyê rojnamevan jî nikarin karê xwe bikin. Li hemberî medyaya Tirk bawerî jî her ku diçe kêm dibe. Em vê yekê jî wiha dibînin; bêtir kes ji ber ku bi medyaya Tirkîyê bawer nakin geşedanan di medyayên biyanî de dişopînin. Çima? Ji ber ku azadîya medyayê li Tirkîyê nemaye.”
Kivanç El / VOA
Li Tirkîyê çewsandineke taybet jî li ser rojnamevanên Kurd xwe didomîne. Di 8’ê Hezîrana 2022’an de, Amed di serî de li hinek bajarên Tirkîyê gelek rojnamevanên Kurd hatin girtin.
Parlementera Partîya Çep ya Kesk ya Amedê Sevîlay Çelenk Ozen, li ser van girtin û binpêkirana mafên rojnamevanên Kurd raporteke taybet amade kir. Çelenk Ozer wiha got, “Neheqîyeke mezin ji alîyê desthilatîyê ve li ser rojnamevanên Kurd tê meşandin. Hemû ekîpmanên JînNews, Çêkerîya Pel û Pîya di dema sergirtina ofîsê de komkirine û birine. Lê tiştekî din jî dikarim bêjim ku li vî welatî rojnamevanên jin bêtir armanc têne girtin. Temaşe bikin di warê girtina rojnamevanên jin de Tirkîye li tevahîya dinyayê di rêza dûyemîn de ye,”
Sevîlay Çelenk Ozen/ VOA
Hêjayî gotinê ye ku li gor Endeksa Azadîya Çapemenîyê ya 2023 ya rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), di nav 180 welatan de Tirkîye 16 rêz li paş ketîye û di rêza 165’emîn de cih girtiye. (Dengê Amerîka)
Serhat News