1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Encamên ezmûna YKS’ê hate eşkerekirin

Encamên ezmûna YKS’ê hate eşkerekirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Encamên ezmûna YKS’ê ya sala 2023’an li ser malpera OSYM’ê hate eşkerekirin.

Encamên Ezmûna Saziyên Hîndekariya Bilind (YKS-2023) eşkere bûn. Serokê Navenda Pîvan, Bijartin û Bicihkirinê (OSYM) Alî Ersoy der barê encamên ezmûna YKS-2023yê da civîneke çapemeniyê li dar xist.

Ersoy daxuyand ku encamên ezmûna YKS-2023yê ya ku di 17-18’yê Hezîranê da çêbûbû eşkere bûn, namzed wê bikaribin ji ser malpera “https://sonuc.osym.gov.tr”yê ya OSYM’yê li encama ezmûna xwe binêrin.

Ersoy got pêvajoya tercîhkirina zanîngehan wê di navbera 27’ê Tîrmehê û 8’ê Tebaxê da çêbibe.

Ersoy anî ziman 3 milyon û 500 hezarî zêdetir namzedî serî li ezmûnê daye û wiha axivî: “Ji pirsên ku di ezmûnê da hatin pirsîn jê tu yek jî nehat betalkirin û bersiv nehatin guherandin. Ji ber vê, pêvajoya YKSyê pir paqij derbas bû.”

Ersoy xwendekarên ku di ezmûnê da bûne yekemîn jî wiha eşkere kir: “Di qada hejmarî da 2 birayên me bûn yekemîn. Mustafa Ozcanê ji Liseya Anadoluyê ya Ataturk ya Enqereyê û Namik Emre Acarê ji Liseya Fenê ya Perwerdeya Profesyonel ya Taybet ya Konyayê. Di qada nîvenêvî da Emre Ekîcî, Liseya Fenê ya Suleyman Demirel-Afyonkarahîsar, di qada gotinî da Ahmet Berk Takir, Lîseya Mêran ya Kabataşê- Stenbol.”

Ersoy anî ziman ku 338 hezar û 9 namzedan serî ji bo testên zimanê biyanî dane û wiha dewam kir: “Di vê qadê da di Almanî da Volkan Emre Eke, Lîseya Ataturk-Îzmir, di Erebî da Huseyîn Furkan Erdem, Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Mustafa Buyukkaplanê-Konya, di Frensî da Emîrhan Kiliç, Lîseya Galatasarayê ya Zanîngeha Galatasarayê- Stenbol, di Îngilizî da Metîn Furkan Amarat, Lîseya Fen û Teknolojiyê ya Siruştê ya Bucayê-Îzmir, di Rûsî da Bengîsu Akbaba, Lîseya Anadoluyê ya Taybet ya Takevê-Îzmir. Encam bila ji bo namzedên me, malbatên wan û hemû miletê me ser xêrê be.” (AA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Encamên ezmûna YKS’ê hate eşkerekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *