Li paytext Bexda ya Iraqê xwepêşendaran, balyozxaneya Swêdê dan ber agir. Di bûyerê de beşeke balyozxaneyê şewitî.
Li paytext Bexda ya Iraqê komên girêdayî Tevgera Sedr ku Muqteda El Sedrê pêşengê siyasî û olî yê Şiî, pêşengiya wê dike, ketin Balyozxaneya Swêdê û agir berdan hin beşan.
Alîgirên Tevgera Sedr hatin ber Balyozxaneya Swêdê û çalakiyên şewitandina Qur’anê protesto kirin. Xwepêşanderan agir berdan hin beşên balyozxaneyê. Di vê demê de ji balyozxaneyê dûkêla reş bilind bû.
Piştre xwepêşandaran bendên beton yên li derdora balyozxaneyê şikandin û ketin hundir.
Alîgirên Sedr berê jî bi ser Balyozxaneya Swêdê de girtibûn û çalakî li dar xistibûn. (Ajansan)
Serhat News