Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUIK) ragihand ku sala 2022’an li gor sala berî wê koça ji Tirkiyê %62.3 zêde bûye û hatina welatiyên biyanî ji bo Tirkiyê jî bi rêjeya %33.2 kêm bûye.
Saziya Îstastîstêkê ya Tirkiyê (TUIK) “Amarên koçê yên navdewletî” yên sala 2022’an belav kirin. Li gor daneyên TUIK’ê di sala 2022’an de li gor sala berî wê koça ji Tirkiyê bi rêjeya %62.3 zêde bûye û 466 hezar û 914 kes ji Tirkiyê koçî welatên din kirine.
Her wiha di heman demê de koça welatiyên biyanî ji bo Tirkiyê jî bi rêjeya %33.2 kêm bûye û 494 hezar û 52 kes hatine Tirkiyê. Stenbol di rêza yekemîn de ye ku welatiyên biyanî xwe lê girtine.
Koça Ji Tirkiyê ya sala 2022an
466.914 Kes
%55.7 Mêr
%44.3 Jin
139.531 Welatiyên Tirkiyê
327.383 Welatiyên biyanî
Bajêrên ku xelkê wê koç kirine
Stenbol %39.5
Enqere %9.8
Antalya %6.7
Samsun %3.4
Îzmir %3
Welatiyên kîjan welatan ji Tirkiyê koç kirine
Iraq %20
Îran %10.6
Ozbekistan %7
Afxanistan %6
Turkmenistan %4.8
Koçkirina ji bo Tirkiyê sala 2022’an
494.52 Kes
%52.9 Mêr
%47.1 Jin
94.409 Welatiyên Tirkiyê
399.643 Welatiyên Biyanî
Bajêrên ku koçber li xwe girtine
Stenbol %35.4
Antalya %14.8
Enqere %5.4
Bursa %3.9
Mersin %3.8
Ji kîjan welatan mirov çûne Tirkiyê
Rûsya %25
Ukrayna %8.1
Îran %6.5
Efxanistan %5.4
Iraq %4.8
Serhat News