1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Şûreya Leşkerî ya Bilind dê bi serokatiya Erdogan bicive

Şûreya Leşkerî ya Bilind dê bi serokatiya Erdogan bicive

featured
Malpera Serokkomariyê/ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şûraya Leşkerî ya Bilind a Tirkiyê, dê bi serokatiya Serokkamar Recep Tayyip Erdogan bicive. Li bendê ye di civînê de Sererkanê nû jî bê diyarkirin.

Şûraya Leşkerî ya Bilind, sibe dê bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê bicive. Çav li rêye ku di civînê de Sererkanê Tirkiyeyê yê nû jî bê diyarkirin.

Piştî ku Sererkanê berê yê Artêşa Tirkiyê Yaşar Guler wek Wezîrê Berevaniyê dest bi kar kiribû, Orgeneral Musa Avsever weke wekîlê sererkan hatibû diyarkirin.

Di civîna Şûraya Leşkerî de, dê guhertinên erka serbazên pile bilind bi giştî bên gotûbêjkirin. Ji bo diyarkirina sererkanê nû yê Tirkiyê 3 namzet hene hene.

Yekemîn Musa Avsever e ku niha Fermandarê Artêşa Bejahî ye û wekîlê sererkaniyê ye.

Namzetê duyan Fermandarê Artêşa Duyemîn Metin Gurak û sêyem jî 2’emîn Serokê Sererkaniyê Selçuk Bayraktaroglu ye.

Her sê fermandar jî hevalê hev ên Dibistana Şer (Herbê) ne ku sala 1981’an ew dibistan temam kirine.

Biryarên di vê civînê de, bên dayîn piştî erêkirina Erdogan dê dawiya mehê bên cîbicîkirin.

Di civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind de  Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Berevaniyê Yaşar Guler, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Wezîrê Derve Hakan Fidan, Wezîrê Navxwe Ali Yerlikaya, Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şimşek, Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekin, Wekîlê Sererkaniyê Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Ercument Tatlioglu û Fermandarê Hêzên Asîmanî Atilla Gulan amade dibin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şûreya Leşkerî ya Bilind dê bi serokatiya Erdogan bicive
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *