Li Dêrsimê hemû cure çalakî bo 15 rojan ji aliyê walitîyê ve hatin qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Dêrsimê, ji saet 00.01’a 1’ê Tebaxê heta saet 23:59’an a 15’ê Tebaxê li navenda bajêr û bajarokên Dêrsimê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, meş û grev, vedana çadir û çalakiyên din hatine qedexekirin.
Di daxuyaniya parêzgariyê de behsa 21’emîn Festîvala Munzurê jî hatiye kirin ku di rojên 3-6’ê Tebaxê de tê sazkirin û tê îdîakirin ku ji bo festîval di rewşeke aram û ewle de bê kirin, tedbîrên cuda hatine wergirtin.
Herwiha hatiye tekezkirin ku di wê demê de rê nayê dayîn ku ti kar û çalakiyên bêdestûr bêne kirin.
Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexekirinê, çalakiyên fermî yên ku walîtî û qeymeqamî destûrê didin wan li xwe nagire.
Serhat News