Li Sêrtê di dema şewatê de teqemeniyeke ku li erdê bû teqiya. Di encama teqînê du zarok birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, Ji ber sedemeke ne diyar, li gundê Gurzova ya navçeya Perwarî ya Sêrtê şewat derket. Di dema şewatê de teqemeniyeke ku li erdê bû teqîya. Di encama teqînê de hat ragihandin ku birayên hev yên bi navê Ûgûr Yildiz ê 7 salî û Îsmaîl Yildiz ê 14 salî birîndar bûn.
Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan gihîştin cihê bûyerê û zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Hat hinbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku li herêmê gelek caran teqemenî û bermahiyên şer diteqin û dibin sedema mirin û birîndarbûna zarokan. (K24)
Serhat News