Piştî ku li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 9 cih wekî herêmên ewlehiya taybet hatin îlankirin, hate ragihandin ku li herêma Bagokê jî operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji aliyê Walîtiyê ve herêmên çoltar ên 9 gundên li herêm Çiyayê Bagokê ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet” hatin îlankirin. Walîtiya Mêrdînê ragihand ku li gundên Xarabalî, Hibab, Badîbbe, Ewşî, Elîn, Arboî, Yol, Şekrin, Derikê di navbera 4’ê tebaxê û 18’ê tebaxê ketin û derketina wan hate qedexekirin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hatiye diyarkirin ku ji Qişleya Leşkerî ya Cevatpaşa ya li navçeya Mîdyadê helîkopterên leşkerî ber bi herêma Bagokê ve çûne û hatiye zanîn li herêmê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin.
Serhat News