Walîtiya Wanê ragihand ku li bajêr hemû cure çalakî bo du rojan hatine qedexekirin.
Walîtiya Wanê bi ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nivîskî ragihandiye ku li bajêr hemû cure daxuyaniyên çapemeniyê, meş û civînên derve hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bilî çalakiyên walîtî û qeymeqamtiyê guncav dîtine, hemû cure çalakî ên weke daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, xebatên anket, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavokan û hwd., ji 05.08.2023’yê heta 06.08.2023’yan hatine qedexekirin.”
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver