Li Mêrsînê, bi îdîaya “endamtiya PKK û YPGyê” 9 kes di encama serdagirtina malan de hatin desteserkirin.
Li Mêrsînê bi îdîaya ‘Endamên PKK û YPG’ê’ne derbarê 11 kesan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve biryara desteserkirinê hate dayîn.
Ekîbên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê ya Mêrsînê vê sibê ji bo desteserkirina van 11 kesan dest bi “operasyonê” kir.
Di çarçoveya operasyonê de polîsan deriyên malan şikandin û di hundir de lêgerîn pêk anîn.
Li gor nûçeya Ajansa Anadoluyê di operasyona ku 200 polîs beşdar bûn de 9 kes hatin desteserkirin.
Kesên desterkirî bo karûbarên yasayî birin Midûriyeta Ewlekariyê ya Bajêr.
Serhat News