Li Qerebaxa Çiyayî ya di bin dorpêça Azerbaycanê de ku bi xelayê re rû bi rû ye, kesek ji ber birçîbûnê miriye.
Herêma Navenda Aloziyê ragihand, ji ber xelayê windahiya ewil a însanî pêk hat.
Li gorî agahiyên dawî, mirovekî 40 salî ji ber birçîbûnê miriye .
Tê ragihandin, eger rewş wiha berdewam bike wê gelek kes ji ber heman sebebî bimirin.
Li herêmê nêzî 2 hezar jinên ducanî hene û ji ber kêmasiya xwarinê bi xetereya jiyanî re rûbirû ne.
Hukumeta Qerebaxê diyar dike, welatiyên herêmê gelek zehmet dikarin xwe bigihînin pêdiviyên ji bo xwarinê.
Herwiha, stokên dermanan jî kêm dibin û beriya zivistanê sotemenî bi bi zehmetî tê peydekirin.
Sebeba vê karesata civakî ya li herêmê, dorpêça Azerbaycanê û astengiya wê ya li Korîdora Laçînê ye.
Azerbaycan ji Kanûna 2022’an û vir ve destûrê nade bi riya Korîdora Laçînê alîkarî bigihîje Ermenistanê.
Azerbaycan ji aliyê aborî û leşkerî ve ji Ermenistanê xurtir e û rêvebiriya wê ya ‘netewperest-êrişkar’ daxwaz dike Ermeniyên Qerebaxê teslîm bibin.
Serokê Azerî Îlham Alîyev di Nîsana 2023’an de gotibû, an Qerebaxa Çiyayî kontrola Azerbaycanê qebûl bike an jî wê welatiyên Ermenî terka herêmê bikin.
Aloziya Qerebaxê
Qerebaxa Çiyayî ku wekî Nagorno-Qerebax jî tê naskirin herêmeke li başûrê Qefqesyayê ye. Hem Ermenî hem jî Azerî herêmê wekî parçeyeke erdên xwe qebûl dikin.
Piraniya nifûsa herêmê ji Ermeniyan pêk tê ku naxwazin têkevin bin serdestiya Azerbaycanê.
Di salên 1980’an û 1990’an de li herêmê şerê çekdarî pêk hat û bi alîkariya Ermenistanê herêm ji Azerbaycanê qut bû û paşê serxwebûna xwe ragihand.
Azerbaycanê di 2020’an de bi piştgiriya Tirkiyeyê êriş bir ser Ermenistanê û tevlî erdên xwe yên dagirkirî, nîvê Qerebaxê ji nû ve bi dest xist.
Di şerê 44 rojan de, piraniya wan Ermenî, 6 hezar 500 kes hatin kuştin.
Paşê bi navbeynkariya Rûsyayê agirbest hate ragihandin û hêzên Rûs ji bo parastina agirbestê li herêmê bi cî bûn.
Di çarçoveya agirbestê de Azerbaycanê qebûl kir, Korîdora Laçînê ya di navbera Ermenistan-Qerebaxa Çiyayî de bê vekirin. (Înfowelat)
Serhat News