AFAD’ê ragihandiye ku li navçeya Çermiktî (Yeşilyurt) a Meletiyê vê sibê bi hêza 5 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku vê sibê saet di 08.35’an de li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê erdhejek bi mezinahiya 5 pileyan rû daye.
AFAD’ê her wiha destnîşan kiriye ku erdhej 7 kîlometre di kurahiya erdê de çêbûye.
Li gor Walîtiya Meletiyê piştî erdhejê tu windahiyên canî çûnebûne.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver