Li navçeya Rezanê ya Amedê di navbera du koman de pevçûn çêbû. Di encama pevçûnê de kesek hate kuştin.
Li gor agahiyan, bûyer şevê din li Taxa Kaynartepeyê ya navçeya Rezan (Baglar) a Amedê rû da.
Şahidên bûyerê ragihandine ku ev demek e di navbera wan her du koman de neyartî hebû.
Di encama şerê her du koman de N.H’yê 35 salî hat kuştin.
Tê gotin ku N.H. welatiyê Sûriyeyê ye.
Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Cenazeyê N.H., ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bo Saziya Edlî ya Amedê hate veguhestin.
Li aliyê din, li ser bûyerê lêkolîn hat destpêkirin. (Rûdaw)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver