Li Wanê, hefteya borî bi hinceta “PKK’ê” 6 kes hatine desteserkirin.
Midûriyeta Ewlekariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di navbera 21-27’ê Tebaxê de bi armanca “rêlibergirtina çalakiyên rêxistinê” hin operasyon hatine lidarxistin.
Midûriyetê daye zanîn ku di encama operasyonanên cuda de 6 kes bi hinceta ku “alîkari dane PKK’e” hatine desteserkirin.
Hat diyarkirin ku, derbarê kesên ku hatine desteserkirin de karûbarên qanûnî hatine destpêkirin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver