1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Xarpêtê şer: 2 kes hatin kuştin

Li Xarpêtê şer: 2 kes hatin kuştin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Xarpetê di navbera 2 koman de şer derket. Di encama şer de 2 welatî hatine kuştin û yêk jî birîndar bûye.

Li Taxa Dogukentê ya Xarpetê 2 kom li pêşiya kargehekê bi çekan pev çûn.

Di pevçûnê de kesek li cihê bûyerê hat kuştin û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Dema tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê hîn pevçûn berdewam bû û birîndarek xistin ambûlansê yek ji birîndaran xist ambûlansê.

Herwiha gumanbarekî ku navê wî nehat zanîn di dema midaxaleya tîmên tenduristiyê de guleyeke din li yekî ji birîndaran da û wî jî li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê birîndarê din rakir nexweşxanyê.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û 3 gumanbar hatin desteserkirin.

Di vê navberê de, li gor rapora Weqfa Umutê, li Tirkiyeyê, di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrişên çekdarî pêk hatine û hezar û 200 kes hatine kuştin.

Li gor daneyên Wezareta Dadê, sala 2022’yan 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.

Dîsa li gor daneyan sala 2017’an ên Saziya Serbixwe ya Lêkolînan Small Arms Survey, li Tirkiyeyê bi giştî 13 milyon û 249 hezar çek hene.

Ji wê hejmarê tenê 2.5 milyon çek bi ruhsatin û 10 milyon û 749 hezar çek jî bê ruhsat in. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Xarpêtê şer: 2 kes hatin kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *