Ji sedema ku qayûm avêtî ser şaredariya Colemêrgê ji gelek bajêran ji bona şermezarkirina qayûm çûn Colemêrgê û dê tevlî xwepêşandina li hember qayûm bibin.
3 pûşberê qayûm avêtin ser şaredariya Colemêrgê. Li taxê tekserê îro li qada otogarê dê xwepêşandinek biheybet were darxistin. Xwepêşandina bi dûrişma “Şaredarî yên gel in em destûrê nadin desteserkirinê.” Gelek kes ji bajarpn din ji bona beşdarbûna xwepêşandina mezin çûn Colemêrgê. Ji Îzmir,Edenê , Wan,Amed,Erzorûm, Agirî gelek hemwelatî ji bona beşdarbûna xwepêşandina biheybet ketin riyan.
Hemhewelatî ji dûrî cihê xwepêşandinê hatin peyakirin û bi meş cûn ber derê Dem partiyê cîviyan.