Li Rojhilata Navîn êrîş û sûîqest didomin, li Bexdayê talîmata “Di rewşa awarte de amade bin” hat dayîn.
Defên şer ku li herêma Rojhilata Navîn lê dixe, êrîş û sûîqest berdewam dikin.
Piştî ku Serokê HAMASê Îsmaîl Heniye li Tehrana paytexta Îranê piştî êrîşa Îsraîlê hat kuştin, Îranê ji Neteweyên Yekbûyî re ragihand ku ew ê mafê xwe yê tolhildanê bikar bînin û ev jî alozî zêdetir dike.
Piştî rageşiya zêde, Iraq ket nava fikaran.
Hate hînbûn ku ji bo yekîneyên ewlekariyê talîmata lezgîn ji Serokwezîrê Iraqê re hatiye şandin.
Hat diyarkirin ku Serokwezîrê Iraqê Sûdanî çû Fermandariya Operasyonên Bexdayê telîmat da rayedarên leşkerî ku ji bo rewşên awarte amade bin.
Serhat News