Altineylûla navçeya Balikesîrê ku li parkê sê karkerên avahiyan guhdarî mîzûka Kurdî dikirin sedema prooaganda rêxistinê kirine û li hember polêsan liberxwedaye hatin girtin.
Sê karkerên ku karên avahiyan dikirin li parqê guhdariya mîzûka kurdî dikirin biheceta propaganda rêxistinê kirine û li hember polêsan liberxwedaye hatin girtin.
Li navçeya Altineylûlê Ozgur Îpek ,Mehmet Argin û Cemal Guzel li parkê guhdariya mîzûka kurdî dikir biheceta li derorê gilî hatine kirin nasnama jê hate xwestin. Hemwelatiya nexwast nasnamên xwe bidin û gotin ku em bes guhdariya mîzûkê dikin. Li ser vê rastî tundiya polêsan hatin.
Wergirtina raporên êrîşê hatin astengkirin
Birayê Cemil Guzelê ku hatiye desteserkirin wiha agahî dan, gava biraderê min û hevalên wî hatin desteserkirin rastî tundiya bi dehan polês û hinek kesan hatine. Sê kesên ku bi êrîş û lêdanê hatine desteserkirin li çavdêrxaniyê ji rastî tundiyê hatine û destûr nedan ku rapora êrîşê bistinin.
Di serê sibê de lêpirsînên wan li ewleyiyê xilasbûn û sewkî dadgeha Balikesirê hatin kirin. Serdozgerî biheceta propaganda rêxistinê û berxwedana li hember polêsan bi daxwaza girtinê sewkî dadgeha sulh cezayê hatin kirin û bi eynî hecetê ji aliyê dadgehê ve her sê karker hatin girtin.
Çavkanî : MA