1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Peyama Esed bo Erdogan: Tirkiye ji nav axa me vekişe û piştgiriyê nede terorê

Peyama Esed bo Erdogan: Tirkiye ji nav axa me vekişe û piştgiriyê nede terorê

featured
SANA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, ew peşniyara Rûsiyê, Îran û Iraqê derbarê asaykirina pewendiyan bi Tirkiyê re dinirxînin û got, mercê hevdîtinê ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Enqerê re ev e, ku hikûmeta Tirkiyê tevahiya hêzên ji nav axa sûriyê vekşîne.

Serokê Sûriyê Beşar Esed piştî hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser vê yekê, rewşa bihûrî pewendiya xwe bi krîzên cîhanê re heye û got, ji bo ku ew krîz werin çaserkirin, divê birînên ku çêbûne werin çareserkirin û di wê çarçovê de, niha li ser destpêşxerîyên Rûsiyê,Îran û Îraqê ji bo asayîkirina pewendiyên bi Tirkiyê re dinirxînin.

Beşar Esed got, wan axa welatên cîran dagir nekiriye û piştgirî nedaye terorê, yên pişta terorê girtine, divê dest jê berdin, tevê wê yekê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan, em ti sedemekê nabîn in, pêwîste em bizanin asayîkirina pêwendiyan di destê kê deye, da ku ew pirsgirêk werin çareserkirin yên ku bûne sedema têkçûna pêwendiyan, tekez jî kir, di wê çarçêvê de, ew dest ji mafê xwe bernadin.

Serokê Sûriyê diyar kir, bi berdewamî ew dibêjin, divê tirkiye hêzên xwe ji deverên dagirkirî vekşîne û dest ji piştevaniya terorê berde, ev jî bingeha destpêkê ya serkeftina hemû karên me ye.

Di heman demê de Beşar Esed got, daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê bêbingeh in, ji ber ku daxwazên me li ser bingeha parastina serweriya mene ku ji aliyê Tirkiyê ve tê binpêkirin.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Peyama Esed bo Erdogan: Tirkiye ji nav axa me vekişe û piştgiriyê nede terorê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *