1. Haberler
  2. Aktûel
  3.  Li Wanê şaredariya pirzimanî: Malpera înternetê dê êdî bi kurdî jî xizmet bide

 Li Wanê şaredariya pirzimanî: Malpera înternetê dê êdî bi kurdî jî xizmet bide

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê xebateke nû li xebatên xwe yên pirzimanî zêde kir û xizmeta kurdî jî li malpera xwe ya înternetê zêde kir.Malper dê bi bingehiyeke profesyonel xizmeta kurdî bide hemwelatiyan.Xizmeta ziman dê bi kategoriyên curbecur bê pêşkêş kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji aliyekî ve xebatên bingehîn û şaredariya civakî pêk tîne ji aliyê din ve jî bi xebatên xwe yên çandî û zimanî balê dikişîne. Şaredariya ku bi xizmetên xwe li bajêr deng daye, dawiyê xebata kurdî xiste meriyetê.

Di vê çarçoveyê de Şaredariya Bajarê Mezin, li ser malpera “van.bel.tr” bi tirkî re, daxwaza hemwelatiyan jî li ber çavan girt û ji îro pê ve dest bi xizmeta kurdî kir. Bi vê xebatê hemwelatî dê bikaribin bi zimanê xwe yê zikmakî xizmeteke bêhtir bibînin.

Şaredariya Bajarê Mezin ku ji bo karûbarên şaredariyê bêhtir bi lez bên kirin, ji derfetên teknolojiyê sûd werdigire, ragihand ku dê li gorî pêdiviyên demkî xebatên xwe bidomîne da ku xizmeteke herî bi baş û lez bide hemwelatiyan.

Şaredarî piştî malpera kurdî, di rojên pêş de malpere bi îngilîzî jî pêşkêşî gel bike.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
 Li Wanê şaredariya pirzimanî: Malpera înternetê dê êdî bi kurdî jî xizmet bide
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *