1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Daxuyaniya VASKİyê ji raya giştî re der barê îddiayên siyanûrê li Wanê

Daxuyaniya VASKİyê ji raya giştî re der barê îddiayên siyanûrê li Wanê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li ser nûçeyên der barê ku dibêjin siyanûr li tunelên avê yên navçeya Erdîşa Wanê hatiye dîtin de Rêveberiya Giştî ya Av û Kanalizasyonê ya Wanê (VASKİ) daxuyaniyek da û got: “Di analîzên ku hatine kirin de tu renk, bêhn, siyanûr û hwd. ku xetereyê ji bo ava vexwarinê çêke nehatine dîtin.”

VASKİyê daxuyaniyek li ser nûçeyên ku di medyaya nivîskî û dîtbarî û platformên medyaya civakî de hatine belavkirin bi navê “Li tunela ku avê dide gel li navçeya Erdîşê ya Wanê siyanûr hate dîtin: Divê lezgîn analîz bê kirin” weşand.

VASKİyê diyar kir ku wan hewcedariya daxuyaniyekê ji raya giştî re li ser nûçeyên ‘Siyanûrê’ yên derketî dîtin û di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev tişt gotin: “Derketiye holê ku divê daxuyaniyeke baş ji raya giştî re li ser nûçeyên rojname û medyaya civakî yên bi mijara ‘Li tunela ku avê dide gel li navçeya Erdîşa Wanê siyanûr hate dîtin: Divê lezgînî analîz bê kirin’ bê dayîn. Îddiayên ku di 10.09.2024an de ji ber xerabûna li deriyê binî yê Bendava Morgedikê ya Erdîşê guherîn di reng û bêhna avê de hatine dîtin ne rast in. Girtina ava xam li Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Morgedika Erdîşê ya girêdayî Midûriyeta Şaxa Kontrola Parastin û Paqijkirina Ava Vexwarinê û Newala Avê ya ser bi Serokatiya Daîreya Tesîsên Paqijkirinê ya Saziya me, ji Regûlatora Morgedikê ya di bin berpirsiyariya Karên Avê yên Dewletê (DSİ) de tê kirin. Li Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Morgedika Erdîşê li ava ketinê û derketinê kontrolên rojane yên çavdêriya navxweyî tên kirin û analîzên fîzîkî, kîmyewî, mîkrobiyolojîk û metalên giran tên kirin. Di analîzên ku hatine kirin de tu renk, bêhn, siyanûr û hwd. ku dikare xetereyê ji bo ava vexwarinê çêke nehatine dîtin.”

Di berdewama daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayîn: “Her wiha, li gor benda 1em a maddeya 12em a Rêziknameya der barê Kalîteya Avên ku ji bo Ava Vexwarinê tên Peyda kirin û Paqijkirina wan, ku di 06/07/2019an de di Rojnameya Fermî ya hejmara 30823an de hatiye weşandin û ketiye meriyetê, encamên raporên analîza akredîte ya sala 2024an a ketina û derketina Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Morgedika Erdîşê li Sîstema Agahdariya Ava Neteweyî (USBS) tên tomarkirin. Di ava derketinê ya Tesîsa Paqijkirina Ava Vexwarinê ya Morgedika Erdîşê ku ji aliyê Saziya me ve tê birêvebirin de, di parametreyên ava vexwarin-bikaranînê ya paqijkirî ku ji welatiyên re tê pêşkêşkirin û kalîteya wê ji aliyê qanûnan ve hatiye diyarkirin de tu rewşeke neyînî ya ku xetereyê çêdike tune ye. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Daxuyaniya VASKİyê ji raya giştî re der barê îddiayên siyanûrê li Wanê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *