1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li 250 taxan nêzî 4 hezar axur hatin dermankirin

Li 250 taxan nêzî 4 hezar axur hatin dermankirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

 

Şaredariya Bajarên Mezin a Wanê, li seranserê bajêr dest bi xebata dermankirinê kir û di demeke kurt de li 250 taxan nêzî 4 hezar axur hatin derman kirin. Tîmên şaredariyê yên ku ji 50 kesî pêk tên xebatên xwe didomînin û xebatên wan ji aliyê hemwelatiyan ve bi awayekî erênî têne pêşwazîkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, li dijî ziyankeran seferberiya dermankirinê da destpêkirin. Şaredarî, li her aliyê bajêr bi baldariyeke mezin karê dermankirinê pêk tîne, ji bo baştirkirina qalîteya jiyana hemwelatiyan hemû derfetên xwe seferber dike.

Serokatiya Karûbarên Tenduristiyê, ku li dijî ziyankerên bajêr ên ku gefê li tenduristiya mirov û jîngehê dixwin tedbîran digire. Tîma peywirdar, li 250 taxan nêzî 4 hezar avahî bi baldariyeke mezin derman dike û taxan ji xetereyan diparêze.

Tîm, di seferberiya dermankirinê de li dijî mêş, spî, kêç û qijniyan li hemû taxên çoltera Wanê dixebite, tax bi tax digere û dermankirinê dike.

Tîm, karê dermankirinê bi awayekî rûtîn dikin û bi pêşî li gomên di nav taxan de, li tar, baxçe, kadîn û cihên wekî wan li dijî ziyankerên gefdar xebateke dilsoz pêk tînin, daxwazên hemwelatiyan jî li ber çavan digirin ku hemwelatî di hawîrdoreke paqijtir de bijîn.

Niştecihên taxan ji bo karên dermankirinê yên li taxên wan tên kirin spasiyên xwe ji Şaredariya Bajarê Mezin re kirin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li 250 taxan nêzî 4 hezar axur hatin dermankirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *