Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ya di malekê de 10 koçber hatin desteserkirin.
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Wanê îro li Taxa Yeniyê ya navçeya Rêya Armûşê bi ser malekê de girtin û 10 koçber desteser kirin.
Di operasyonê de kesek jî bi hinceta “veşartina koçberan” hat desteserkirin.
10 koçber radestî Navenda Paşde Vegerandinê ya Rêveberiya Îdareya Koçê ya Wanê hatin kirin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver