1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Wanê 8 xebatkarên tenduristiyê hatin binçavkirin

Li Wanê 8 xebatkarên tenduristiyê hatin binçavkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Polîsan li Wanê êrişî kedkarên tenduristiyê ku xwestin daxuyaniyê bidin kirin û ew binçavkirin. 

Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristî (SES) ya Wanê bi armanca mafên wan ên reha werin baş kirin xwestin li Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Herêmê ya Wanê daxuyaniyê bidin lê polîsan daxuyanî astengkirin.

bi sedema qedexeya walîtiyê polîsan xebatkarên tenduristiyê yên xwestin daxuyaniyê bidin asteng kirin. Serokê Odeya Tabîban a Wanê û Colemêrg Huseyîn Yavîç bertek nîşanî helwesta polîsan da û got, “Li her parêzgeha Tirkiyeyê daxuyanî tê dayîn. Li her parêzgehekê ne qedexe ye, lê li vir qedexe ye? Walîtiyê bi awayekî keyfî 2 hezar roj li bajêr çalakî qedexe kir. Hûn bi awayekî keyfî me sûcdar îlan dikin. Ger ev gotin sûc be em sûcdarin.”

Piştî niqaşa di navbera xebatkarên tenduristiyê û polîsan de, Serokê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrg Huseyîn Yaviç, Seroka Giştî ya TTB’ê Ayfer Horasan, hevserokên Şaxa SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu, Zekî Seven, Sekretera Jinan Seda Guler, Serokê Lijneya Çavdêriyê ya Şaxê Emîn Yî. Esma Gumuşlü, Kezîban Karakuş jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin.

Xebatkarên tenduristiyê yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê.

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê 8 xebatkarên tenduristiyê hatin binçavkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri