Li Wanê 5 Rojnamevan Hatin Berat Kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rûniştina doza 5 rojnamevana li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê pêk hat û dadgehê derheqê wan de bîryara beratê da.

Rojnamevanên Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê piştî weşandina nûçeya “Leşkeran du kes ji helîkopterê avêtin” hatibûn desteser kirin. Ew bi îdiaya “propagandaya rêxistina PKK’ê” û “rahihandina bûyerên dijberî dewletê” dihatin darizandin.

Dadgehê rpja Pêncşemê derheqa Adnan Bîlen, Cemîl Ugur, Şehrîban Abî û Zeynep Turgut de bîryara beratê da û Nazan Sala bi îdiaya propaganda rêxistinê kiriye bi 1 sal û 3 meha hat ceza kirin û cezayê wê hat paşxistin.

Ji bilî rojnamevan Turgut, 4 rojnamevan 6 mehan girtî hatibûn darizandin û rojnamevan Adnan Bîlen jî yek ji wan bû.

Bîlen got ku dema ew hatin zindan kirin, bîragiştî dizanî ku ew ne jiber propangandayê, lê jiber çêkirina nûçeya derheqa du kesên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin bû.

“Em li ser propanganda nehatin girtin û herwiha wek nûçeyên hin dezgehên alîgirên em terorîst nebû. Hemî kes jî dizane ku em li ser nûçeya, her du Kurdên ji helîkopterê hatine avêtin, em hatin girtin.”

Bîlen dida zanîn ku wan hemî belge û raporan di destê wan de pêşkeşî dadgehê kir û jiber mafdarîya wan dadgehê ew bereat kirine. Bîlen got ku niha sedan rojnamevan jiber çêkirina nûçeyan tên darizan û niha hejmarak rojnamevan jî bi heman sedeman li zîdanan ne.

“Rojnamevanên ku du heqîqetê diçin û bi nûçeyên xwe bine pêşîya raya giştî, teqez derheqê wan de lêpirsîn tê destpê kirin. Niha jiber vê dehan hevalên me jiber çêkirina nûçeyan di zîndanan de ne. Mînak hevalê me rojnamevan Zîya Ataman û Nedîm Turfent jiber çêkirina nûçeyan ev 5 sal in di zîndanê de ne.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku cotkarên bi navê Servet Turgut û Osman Şîban di 11’ê Îlonê de li bajarokê Şaxa Wanê ji alîyê leşkerên Tirk ve hatibûn desteser kirin û ew piştî sê rojan li beşa nexweşên giran ya Nexweşxaneya Heremî ya Wanê hatibûn dîtin. Turgut di 30 Îlonê de canê xwe ji dest da û Şîban jî bi endamtîya PKK’ê tê darizandin.

Ji alîyê din ve heya ev raport dihat amade kirin derheqê tundîya li ser Turgut û Şîban çî kes nehatiye desteser kirin.

Jêder: VOA

(aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê 5 Rojnamevan Hatin Berat Kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *