1. Haberler
  2. Aktûel
  3. ‘508 zarok radestî malbatên wan hatin kirin’

‘508 zarok radestî malbatên wan hatin kirin’

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî da zanîn ku 508 zarokên ku erdhejê bondor li wan kiriye, piştî diyarkirina nasnameyê ji malbatên wan re hatine radestkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî ragihand ku ji hezar û 396 zarokên ku refaqatwanên wan nebûn, nasnameya hezar û 114 zarokan hatiye diyarkirin û 508 zarok radestî malbatên wan kirine.

Wezaretê têkildarî mijarê daxuyanî da û destnîşan kir ku li 10 bajarên ku erdhej lê çêbûn hezar û 396 zarok bêrefakat bûn û nasnameya hezar û 114 zarokan diyar kirine û ji van jî 508 zarok radestî malbatên wan hatine kirin û hê jî nasnameya 282 zarokan nehatine eşkerekirin.

Li gorî daxuyaniyê hat diyarkirin ku ji hezar û 396 zarokan tedawiya 721 zarokan dewam dike û tedawiya 167 zarokan jî temam bûye û hildane bin parastina wezaretê.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
‘508 zarok radestî malbatên wan hatin kirin’
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *