Li Xarpêtê di malekê de 6 kes mirî hatine dîtin. Hat ragihandin ku li ser laşê van kesan birînên guleyê hene.
Li gor agahiyan, li taxa Sanayî ya Xarpêtê di malekê de 6 kes mirî hatine dîtin. Hat ragihandin ku her 6 kes jî ji heman malbatê ne û li ser laşê van kesan birînên ji ber guleyê çûbûne, hene.
Li aliyê din hate îdîakirin ku kesekî piştî 5 kes kuştine, dawî li jiyana xwe anîye.
Piştî ku bûyer hate bihistin, hejmarek zêde polîs û tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver