1. Haberler
  2. Taybet
  3. Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine

Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Artemêt ya Wanê, di nava torbeyê komirê alîkariyê ku ji aliyê Weqfa Piştevanî û Alîkarî ya Civakî hatiye belavkirin de kevir derketin.

Li Taxa Kurubaş a bi ser navçeya Artemêt ya Wanê di nava torbeyê komir de ku ji aliyê Weqfa Piştevanî û Alîkariyê ya Civakî (SYDV) ve hatiye belav kirin kevir derdikevin.

Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine - komur yardimi edremit 6 1024x576 2

Welatiyên ku vî komirî di sobeyan de dişeweitîni bo ku kevir ji ber şewatê diteqin, bi talûqeyê re jî rû bi rû dimînin. Welatiyan li cem me ev torbe valakirin û derket holê ku li şûna komir, kevir xistine nava torbeyan. Niştecihan bertek nîşanê vê yekê dan û anîn ziman, “Li şûna komir, kevir belav kirine. Ji me distînin û dîsa didin me”

Niştecihên taxê destnîşan kirin ku wan ev pirsgirêk ji rayedarên weqfê re ragihandiye û gotin, “Midûrê wekfî ji mer got ku ev komirekî başe. Guhertina komir me mumkun e. Ji bilî vê jî tu komir nîne.”

Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine - komur yardimi edremit 5 1024x768 1

Rayedarên weqfê jî ev yek piştrast kirin û gotin ku tenê di tirekî komir de kevir derketine û wana ev yek ji fîrmaya berpisyar re ragihandine.

Ji niştecihên taxê Cemal Guler, nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha axivî:”Qaşo me komirê alîkariyê standiye. Lê mixabin li şûna komir, kevir dane me. Sobeyên me ji ber teqîna vî komirê şikestin. Ev 30 sale em li vê taxê rûdinên. Heta niha dema me dikarî ji xwe re me komir distand. Lê hin caran jî me komirê alîkariyê werdigirt. Komirê îsal hatiye belavkirin na şewite. Em tevî ciranan çûn cem rayedarên weqfê û me mijar ji wan re ragihand. Wan îdîa kirin ku komir biqaliteye yekemîn e. Ev komirê Şirnexê ye. Tenê ez na, hemû ciran jî ji ber komir bigazincin.”

Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine - komur yardimi edremit 4 1024x768 1

Guler anî ziman ku komir dema tê şewitandin, dûkêleke wekî ya mazotê derdikeve holê û wiha domand: “Dewlet bi van komiran hin şirketan dewlemend dike. Çi nebe wisa çêkiriban me kariba zivistanê derbas bikin. Wan ev alîkarî nedaban baştir bû.”

Hiyal (xiyal) Şahîn jî derbirî ku wekî her sal, îsal jî komirê alîkariyê standine da zanîn ku komirê îsal ne wekî yên salên din e. Wê axiftina xwe wiha domand: “Di nava komirê îsal hatiye belavkirin de kevir derketin. Ne dişewite ne jî germ dike. Dûkêla wê jî gelek bi qirêj e. Welatî nikarin ji malên xwe derkevin. Ev ên ku komir belav dikin, dibêjin ‘Ev e Kurd in, ji xwe nezanin. Em wana bixapînin’ ji bilî vê jî weteya vê yekê nîne.

Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine - komur yardimi edremit 3 1024x768 1

Jina bi navê Kezman Guler jî got li şûna komir, di torbeyan de kevir derketiye. Ew dibêje ku kevir dinava sobeyê de teqiyaye û biçek maye xalîçeya wê bişewitîne. Guler wiha got, “Ji ber tirsa jahrîbûnê ez ditirsim şev komir bavêjim ser sobê. Zarok ji ber sarmayê her tim nexweş dikevin. Hevserê min çû weqfê û rayedaran ji wî re gotine ‘Me kontrol kiriye, ev komirek başe’. Ev komire ji xwe dîsa keda me ye, ji me distînin û cardin didin me”

Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine - komur yardimi edremit 2 1024x790 1

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê şûna komirê alîkariyê kevir ji welatiyan belav kirine
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri