Ahmet Turk: Em ê jiyaneke azad ava bikin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di mitînga Partiya Çepên Kesk a li navçeya Wêranşar de got, “Em baş dizanin ku gelê kurd heta niha serî li ber zilmê netewandiye. Em dizanin ku zilma li ser gelê kurd hêj jî didome. Bi hêviya ku em vê pergalê têk bibin û jiyaneke azad ava bikin”

Partiya Çepên Kesk li navçeya Wêranşar a Rihayê bi tevlibûna dehhezaran kesan mitîng li dar xist. Mitîng, li qada Mazat a navçeyê hat lidarxistin û welatî bi flamayên Partiya Çepên Kesk, tev li mitîngê bûn. Jin û zilamên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn ên kurdî tev li mitîngê bûn.

Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk yên Rihayê hatin danasîn. Dema namzet derketin ser dikê coşa qadê derket lûtkeyê. Di mitîngê de ji ewil Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serhat Dîcle axivî û got ku dê di 14’ê Gulanê de sindoqan bi rengê Partiya Çepên Kesk boyax bikin. Piştre jî encumenê Şaredariya HDP’ê Îsa Mîsafîrcî axivî û bi erebî axivî. Mîsafîrcî jî bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Dema axaftin didomiyan, girseyê bi yek dengî stranên Partiya Çepên Kesk ên hilbijartinê striyan. Li qadê her wiha pankartên “Heqîqet eşq e, eşq jî jiyana azad e”, “Ez xwendekar im”, “Ez ê te bikim wezîrê tenduristiyê” û “Di 14’ê Gulanê de em hemû pisîkan kom bikin, bila nekevin trafoyan” hatin vekirin.

Turk: Em îro ber bi roja azadiyê ve dimeşin

Piştre jî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk axivî. Turk, rastî eleqeyeke mezin a gel hat. Turk, wiha axivî: “Bi dehhezaran kesên îro dadikevin qadan, ji bo azadî û pêşeroja gelê kurd li qadan e. Em îro ber bi roja azadiyê ve dimeşin. Wisa bawerim ku dê rojên pêş bibe pêşeroja gelê kurd. Serkeftin a gelê kurd e. Serkeftin a gelê Wêranşarê ye. Jinên wêranşarî, jinên kurd wekî her demê îro jî ji bo azadî û pêşeroja gelê xwe li qadan e. Lewma ez dibêjim; Jin, jiyan, azadî. Hûn her hebin. Em baş dizanin ku gelê kurd heta niha serî li ber zilmê netewandiye. Em dizanin ku zilma li ser gelê kurd hêj jî didome. Bi hêviya ku em vê pergalê têk bibin û jiyaneke azad ava bikin.”

Bi domdarî Turk ev tişt anî ziman: “Weke ku hûn jî dizanin ev salên dûvdirêj in em siyasetê dikin. Li rexekê doza girtinê ya têkildarî HDP’ê li Dadgeha Destûra Bingehîn didome. Lewma me namzetên xwe di lîsteyên Partiya Çepên Kesk de nîşan dan. Partiya Çepên Kesk, partiya gelan, partiya azadiyê ye. Partiya Çepên Kesk, navê Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Dostên me yên hêja, rêhevalên delal, gelê kurd ji bo pêşerojê bi hev re ava bike îro têdikoşe. Daxwaza me ya ji vî welatî çi ye? Em demokrasiyê dixwazin. Em qîmetê didin pêkvejiyana gelan a demokratîk. Têkoşîna me ji bo vê ye. Baweriya me ev e; hemû gel xwişk-bira ne. Di navbera wan de pirsgirêk tune ne. Lê kesên vî welatî birêve dibin, gelan ji hev parçe dikin, berê wan didin hev û bi vî awayî siyasetê dikin. Em li dijî vê ne.”

 ‘Dixwazin faşîzmê li vî welatî cih bikin’

Turk  da zanîn ku îktidar dem bi dem wan bi “tevgera neteweperestiya etnîkî” tawanbar dike û got: “Em neteweperestiya etnîkî nakin. Em dixwazin ziman, nasname û siberoja gelê kurd ji qedexeyan rizgar bibe. Em ji bo wê têdikoşin. Bi rastî jî yên ku gelê kurd înkar dikin netewperestiyê dikin nîjadperest in. Dixwazin faşîzmê li vî welatî bi cih bikin. Lê belê em têdikoşin ku gelê xwe li dijî faşîzmê bi nirxên hevpar ên demokratîk re bigihînin hev. Dema em li bîlboardan dinêrin li seranserê Kurdistanê nivîsandine, ‘berdewam bike’. Hûn bi kîjan rêyê didomînin? Dibêjin ji bo siyasetmedarên kurd di girtîgehê de bihêlin rêya xwe didomînin. Dibêjin ji bo înkarkirina nasnameya gelê kurd rêya xwe didomînin. Bi gotineke nijadperest dibêjin bi peyama yek neteweyê dewam dikin. Baş e, li hember vê feraseta ku me înkar dike em dibêjin rêya xwe bidomîne? Em qet nabêjin. Em ê qebûl nekin.”

‘Gelê Kurd gelek polîtîk e’

Turk da anî ziman ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinên guhertin û veguhertinê ne û wiha got: “Dema em biçin vê hilbijartinê, baweriya me bi tu kesî nayê. Em bi xwe bawer in, em bi gelê xwe bawer in. Heke kesên sibe bên ser desthilatdariyê li hemberî we û gelê me xeletiyan bikin, em ê li hemberî wan jî rawestin. Divê ev jî bê zanîn. Gelê kurd gelekî polîtîk e, wateya têkoşînê baş dizane. Lewma divê tu kes hewl nede ku gelê kurd bixapîne. Em ê ji bo têkoşînê, ji bo maf û azadiyan her tim li qadan bin. Bêguman em ê bi gelê xwe re pêşeroja xwe azad bikin.”

 ‘Ev qada berxwedanê ye’

Piştî Turk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz derket ser dikê. Aydenîz li ser dikê gel silav kir û wiha got: “Ev qad qada berxwedanê ye, qada serhildanê ye, ev qad tirsa AKP-MHP’ê ye. Polîtîkaya 100 salî ya nîjadperestiya li dijî gelan dimeşînin. Îro dirûşma jin, jiyan, azadî li hemû cîhanê belav bûye. Em ê bi gotina jin jiyan azadî vê hikûmetê bişînin.” Aydenîz di berdewamiya axaftina xwe de qetikirina muzîkjenê kurd Cîhan Aymaz bi bîr xist û got: “Dibêjin pirsgirêka kurd tune ye. Heke pirsgirêka kurd tunebe, çima Cîhan Aymaz hat qetilkirin? Cîhan Aymaz di encama nijadperestiyê de hat kuştin. Gelê kurd wê têkoşîna xwe ya ji bo aştî û azadiyê bi rûmet bidomîne û gelên Tirkiyeyê azad bike. Gelê kurd dest ji têkoşîna xwe bernade.”

‘Darbeyên wan tu caran sernakevin’

Aydenîz a bi pirsgirêkên cotkaran berdewamî gotinên xwe kir, anî ziman ku wê weke hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê pirsgirêkên cotkaran jî çareser bikin û wiha got: “Ew dixwazin ava me bibirin û nanê me ji me bigirin. Ew gelê ku ew dixwazin nanê wî bigirin, ava wî bibirin û bê ceyran hiştin wê lambeyên wan vemirîne.” Aydenîz bal kişand tayînkirinên qeyûman û wiha got: “Bila were zanîn ku em ê di 14’ê Gulanê de tifaqa qirêj, vê ‘Tifaqa Torosan’ em ê bişînin. Hilbijartinan jî weke darbeyekê dibînin. Bila bizanin ku darbekar ew bi xwe ne. 8 sal in her roj darbe dikin. Ev darbe çiye? Qeyûm e. Ev darbe zextên ku her roj tên kirinin. Lê bila bizanin ku darbeyên wan tu caran sernakevin.”

 ‘Wê azadî teqez were’

Aydenîz, destnîşan kir ku darbeya herî mezin tecrîda li Îmraliyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tecrîd darbeya herî mezin e, tecrîd darbeya hiqûqê ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe wê Kurdistan azad nebe û Tirkiye demokratîk nebe. Polîtîkayên vê desthilatê baş bibînin. Ev desthilat bi dijminatiya gelê kurd dixwaze desthilata xwe bidomîne. Vê jî bi tecrîdê didomîne. Heta ku gelê kurd azad nebe nikare bijî. Îro nebe sibê, sibê nebe roja din. Wê azadî teqez were.” (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ahmet Turk: Em ê jiyaneke azad ava bikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *