1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ajokaran li Agiriyê çalakî dar xistin

Ajokaran li Agiriyê çalakî dar xistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarê Agiriyê ajokarên texsiyan jiber zêdebûna bûhayê sotemeniyê kontaxên xwe girtin û çalakî lidarxistin.

Ajokarên texsiyan yên li Agiriye ji ber zêdebûna nirxê benzînê ku bûye zêdeyî 28 TL û mazot jî bûye 27 TL, nerazîbûna xwe nîşan dan.

Texsîvanan bi wesayitên xwe di nav bajêr re geriyan û bi lêdana qorneyan bala welatiyan kişandin. Çalakiya ajokaran ji kolana navenda bajêr destpê kir û li pêşiya nexweşxaneya dewletê bi dawî bû. Ajokarên texsiyan di çalakiya xwe de li hinek cihan rê girtin û xwestin balê bikşînin ser zêdebûna nirxê sotemeniyê ku hatiye astekê êdî hindik maye karê wan raweste.

Sala borî di vê demê de nirxê lîtreya benzîn û dîzelê di navbera 7-8 lîreyan de bû lê niha nirxê yek lître benzîn bi 28 lîre û 42 quruş û yek lître dîzel bi 27 lîre û 84 quruş e, wate di nav salekê de nirxê benzînê bi rêjeya zêdeyî %280 û nirxê dîzelê jî bi rêjeya zêdeyî %230 bilind bûye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ajokaran li Agiriyê çalakî dar xistin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri