1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Amerîkayê li Sûriyê Serkirdeyekî El Qaîdeyê Kuşt

Amerîkayê li Sûriyê Serkirdeyekî El Qaîdeyê Kuşt

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan Ebû Ebdulrehman El-Makî, serkirdeyekî bilind ê koma Huras El-Dîn Şûra ku berpirsê çavdêriya operasyonên terorîstî yên li Sûriyê bû, kuştiye.

Di daxuyaniya CENTCOMê de tê gotin, koma Huras El-Dîn hêzeke girêdayî Qaîdeyê ye ku li dijî berjewendiyên Amerîkayê û welatên rojava tev digere. Rêxistina Parasta Mafên Mirovan a Sûriyê jî berê ragihandibû, Ebû Ebdulrehman El-Makî, welatiyekî Erebistana Siûdiyê ye û di êrîşeke dronî de li gundekî başûrê Idlibê hatiye kuştin.

Nêzî 900 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê hene û weke pareke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê tev digere, di sala 2014an de ji bo alîkariya şerê grûpên çekdar ên ku navçeyên berfireh ên Iraq û Sûriyê kontrol kirine, hatine bicih kirin.

 

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Amerîkayê li Sûriyê Serkirdeyekî El Qaîdeyê Kuşt
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *