Şîrketa Lêkolînê ya MetroPOLL’ê ragihandiye ku piştî 7 salên dawî AKP’ê dengên xwe ji sedî 12,5 puan kêm kiriye.
Xwediyê MetroPOLL’ê Ozer Sancar encamên lêkolîna “Nebza Tirkiye-Kanûna 2022’ê” eşkere kir.
Lêkolîn li 28 bajaran di navbera 13 û 18’ê Kanûna 2022’an de ligel 2 hezar û 77 kesan hatiye kirin.
Li gor encamên anketê, ji sala 2015’an heta 2022’an di nava 7 salan de AKP’ê rêjeya dengên xwe 12.5 puan kêm kiriye.
Guherîna rêjeya dengên partiyên siyasî li gor 7 salan
AKP
Mijdar 2015: %43.5
Kanûn 2022: %31
CHP
Mijdar 2015: % 21.6
Kanûn 2022: % 20.7
MHP
Mijdar 2015: % 9.4
Kanûn 2022: % 6.1
HDP
Mijdar 2015: % 10.1
Kanûn 2022: % 9.5
İYİ Partî
Cotmeh 2017: % 6.9
Kanûn 2022: % 10.5
Bêbiryar, dengên protesto
Mijdar 2015: %13.6
Kanûn 2022: %15.9 (Rûdaw)
Serhat News
(lg)