Li gor anketa TAG’ê rêjeya dengên nameztê Tifiqa Milet yê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglu gihiştiye %51.8’ê û her wiha yê namzetê Tifaqa Cumhur jî bûye ji sedî 42,6.
Şirketa anketê ya TAG’ê encamên lêkolîna xwe ya dawî ku piştî 4 berbijêrên serokkomariyê hatin diyarkirin, eşkere kir. Anket, di navbera 24 û 30’ê Adarê de ligel hezar û 700 beşdaran hatiye kirin.
Li gor anketê rêjeya dengên namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu %51.8, rêjeya dengên namzetê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan %42.6 e.
Herwiha rêjeya dengên Muharrem Înce %3.2 ye ku Înce gotibû rêjeya dengên wî %16 e û rêjeya dengêndên Sînan Ogan jî %2.5 e. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)