ANKET!: Kiliçdaroglu ji sedî 57 deng werdigire

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şîrketa Lêkolîn û Anketê ya PÎAR’ê ku encamên lêkolîna xwe ya meha dawî eşkere kir, destnîşan dike ku Serokê Giştî yê CHP’ê û Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu, ji sedî 57,1 dengan werdigire.

Li gor Şirketa Lêkolîn û Anketê ya PÎAR’ê ku encamên anketa xwe ya meha Adarê eşkere kiriye, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji sedî 11.6’ê dengan bidest dixe û dibe sêyem partiya herî mezin. Dengên Partiya Gel a Komarî (CHP) bo ji sedî 32.3 zêde bûne û dengên AKP’ê jî berovajiya CHP’ê bo ji sedî 30.8 daketine.

PÎAR’ê encamên anketa xwe ya meha Adarê ku li 12 bajaran li gel 460 kesan pêk anîye, eşkere kir.

Li gor anketê CHP bi rêjeya ji sedî 32.3’ê dengan yekem partî ye. Dengên AKP’ê ku di piraniya anketan de li pêş CHP’ê bû, bo ji sedî 30.8 daketine û duyem partî ye. HDP jî ji sedî 11.6’ê dengan bidest dixe û li gor anketê di meclîsê de dibe partiya sêyem.

Dîsa li gor heman anketê di navbera namzetên Serokkomariyê yên Tifaqa Millet û Tifaqa Cumhur de jî ji sedî 10 ferq heye. Di anketê de ji beşdarvanan hatiye pirsîn: “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengên xwe bidin kîjan partî û namzetê serokkomariyê?”

Hilbijêran ev bersiv dane pirsê:

CHP: %32.3

AKP: %30.8

HDP: %11.6

ÎYÎ Partî: %8.3

MHP: %7.1

Partiya Gelecek: %3.7

Partiya DEVA: %2.1

Partiyên Din: %4.1

Dengên namzetên serokkomariyê

Tifaqa Millet

Kemal Kiliçdaroglu: %57.1

Tifaqa Cumhur

Recep Tayyîp Erdogan: %42.9 (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ANKET!: Kiliçdaroglu ji sedî 57 deng werdigire

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *