ANKET! Li gor Geziciyê hilbijartina serokkomariyê ji gera duyem re dimîne

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Navenda Lêkolînê ya Gezîcî ku encamên anketa meha Nîsanê ragihandiye, dibêje ku hibijartina serokkomariyê dimîne gera dûyem.

Li gor anketa Navenda Lêkolînê ya Gezîcî ku di navbera 24-26 Nîsanê de li 29 bajar û 152 navçeyan; ligel 3 hezar û 991 kesan lidar xistiye, di gera yekem a hilbijartina serokkomariyê de, tu namzet nikarin ji %50’ê derbas bibin.

Encamên anketa Gezîcî nîşan didin, ku di gera yekem a hilbijartinê de Kemal Kiliçdaroglu %48,7 dengan, Recep Tayyip Erdogan %44,6 dengan, Muharrem Înce %4,7 dengan û Sînan Ogan jî %2 dengan bi dest dixin.

Navenda Lêkolînê ya Gezîcî herwiha dibêje, di gera dûyem de namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu bi rêjeya %5,6 dengan dikeve pêş namzetê Tifaqa Cumhur Recep Tayyip Erdogan û serkeftinê bidest dixe.

Ji bo hilbiajrtinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê tenê 12 roj mane. Biryar e ku di 14’ê Gulanê de hilbijartin li Tirkiyê bên lidarxistin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ANKET! Li gor Geziciyê hilbijartina serokkomariyê ji gera duyem re dimîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *