Anket: Tifaqa Millet 8 puanan li pêşiya Tifaqa Cumhur e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şîrketa Lêkolînê ya Artibirê eşkere kir ku Tîfaqa Millet 8.1 puanan ketiye pêşiya Tifaqa Cumhur.

Şîrketa Lêkolînê ya Artibirê encamên anketa xwe ya meha Adarê eşkere kir. Anketa hilbijartinên 14’ê Gulanê di navbera 13 û 21’ê Adarê de ligel 1500 beşdaran hatiye kirin.

Li gor anketê Tifaqa Millet dengên xwe zêde kiriye û di navbera her du tifaqan de ferq gehiştiye 8.1 puanan.

Herwiha li ser pirsa “Hunê dengê xwe bidin kîjan berbijêrê serokkomariyê” %44’an gotiye Recep Tayyîp Erdogan û %51.3 jî gotine Kemal Kiliçdaroglu. Li gor vê anketê berbijêrê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu di gera yekem de bi ser dikeve. Rêjeya dengên Muharrem Ince jî %3.5 e û yê Sinan Ogan jî %1.2 ye.

Her wiha li ser pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartin bên kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê” bersiv wiha ne:

AKP  %31.1

CHP  %27.9

IYI Parti  %12.2

HDP   %11.6

MHP  %5.7

Partiya Memleket   %3.2

DEVA  %2.6

Partiya Jinuve Refah  %1.3

Partiya Pêşerojê  %1.2

TIP  %1.0

Partiya Saadetê  %1

Li gor encamên vê anketê Partiya Tevgera Nijadperest (MHP) di bin benda hilbijartinê ya ji %7’ê de dimîne. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Anket: Tifaqa Millet 8 puanan li pêşiya Tifaqa Cumhur e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *