Metropollê daxuyand ku, rêjeya dengên AKP’ê piştî 6 mehan û yên MHP’ê jî piştî 5 mehan daketine jêr.
Şîrketa Lêkolînê ya Metropolê encamên anketa xwe ya meha Mijdarê eşkere kir. Li gor encamên anketê rêjeya dengên AKP’ê piştî 6 mehan daketine û bûne %29.6, yên CHP’ê %20, HDP %10.3, IYI Partî %9.1, MHP %6.7, partiyên din %4.4. Her wiha ji kesên tevli anketê bûne jî ji %19.1’an gotine em “bêbiryar in”.
Piştî ku rêjeya welatiyên bêbiryar li ser partiyan li gor rêjeya dengên wan tên belavkirin, dengên partiyan wiha ne:
AKP: %36.5
CHP: %24.7
HDP: %12.7
IYI Partî: %11.2
MHP: %8.2
Yên din: %6.7
Rêveberê Metropolê Ozer Sancar diyar dike, du sedemên daketina rêjeya dengên AKP’ê û MHP’ê hene. Ozer Sancar di vê derbarê de wiha got: “Yek ew e, ku bandora zêdekirina mûçeyan a di meha Tîrmehê de nema. Welatî dîsa pirsgirêkên aborî re rû bi rû mane. Daneyên fermî kêm nîşan didin, lê enflasyona mehane derdora %10-15 ye. Desthilatê mûçe %40 zêde kirin. Lê vê yekê têra 4 mehan kir. Bandora zêdekirinê nema. Mirov ji ber debara jiyanê û bêperebûn dinalin.”
Sencar, wekî sedema duyem jî serdana AKP’ê ya bo HDP’ê û piştgiriya MHP’ê di vî warî de nîşan da. Sencar ragihand: “Piştî serdana HDP’ê û piştgiriya MHP’ê kesên Kemalîst ji her du partiyan dûr ketin. Ew niha bêbiryar in. Rêjeya bêbiryaran meha par %12 bûn, vê mehê gihişte %19’an.”
Li gor anketê, %41.5ê beşdarvanan serdana AKP’ê bo HDP’ê nerênî dibînin û %29.8 jî erênî dibînin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)