Astengdarê bi navê Senar Gul, li Navçeya Rêya Armûşê, 3 sal beriya niha ji bo temîrkirina amûrên astengdarên wekî xwe, kargehek vekiriye. Ew dibêje ku, bi 1-0 ew têkçoyî têne dinê û hewl dide ku bi têkoşîna xwe vê newekheviyê ji holê rake.
Welatiyê bi nave Senar Gul, li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di 4 saliya xwe de emeliyatekî derbas dike û wisa astendar dimîne. Gul, piştî ku erebaya wî ya bi aku xerab dibe û nikare li tu cihan bide çêkirin, ew li malê bi xwe dest bi temîra wê dike. Dema ew di vê hewldana xwe de serkeftî dibe, 3 beriya niha li Taxa Seyîtfehîm Arvasî ya Rêya Armûşê bo xwe tamîrxaneyekê vedike, erebeyên bi aku û çerxe kursiyên astendarên temîr dike.
Ev tamîrxaneya Gul, di heman demê de bo hevalên wî yê astendar jî bûye navendek û ew li vir bo çareseriya pirsgirêkên xwe nîqaşan dimeşînin.
Gul, derbirî ku wî bo piştgirî bide hevalên xwe dest avêtiye vî karî û wiha axivî: “Min bi canteyek biçûk dest bi vî karî kir. Li ser erebeyên bi aku, min hin ceribandin çêkirin da ku hînê temîrê bibim. Gelek hevalên min, dema ev erebeya wan xera dibû nedikarin biçin, doktor an jî cihek din. Piştî ku min ev rewş dît, min biryar da ku vî karî bidim. Niha ez ji ber vî karî gelek bextewarim. Dema erebeyên me xeradibûn em diçûn cem temîrkerên çerxeyan. Lê wan a, ji çarxe kursiyan fêm nedikir. Em wisa diman. Ez di nava van zehmetiyan de mezin bûm. Lê niha ez ji jiyana xwe kêfxweşim.”
‘Bêyî biryarê em nikarin tiştekî bikin’
Gul, anî ziman ku piraniya astengdaran ji ber kêmendamiya xwe li malê asê mane û got ku piraniya astengdaran bi dîtina xwe ji jiyanê îlham digirin. Ew wiha dibêje: “Heta ku em biryarekî negirin, em nikarin tiştekî bikin. Em 1-0 hatin vê dinyayê da ku van astengan derbas bikin, em ê wê sifirê bikin yek û em ê li jiyanê xwedî derkevin. Em tevî hemû zehmetiyan bi hevalên xwe re hewl didin jiyana xwe bi awayekî herî baş bijîn.”
‘Li Wanê bo astengdaran derfet gelek kêmin’
Gul, destnîşan kir ku li Wanê derfet ji bo astengdaran nemaye û wiha got: “Di van demên dawî de li yek ji kolanên qelebalix ên Wanê li dawiya xetên zer ên ji bo kêmbînan hatiye çêkirin stûnek hebû. Min ji xwe re got ku endezyarê ku ev yek kiriye, bi jiyana xwe re tiştek wisa kiriye. Ji ber vê yekê ez rastî bûyerek pêkenok hatim. Ger kesên ku ew çêdikin bi camên tarî û bi çîçeka meşê re derbas bibin, dê rewşa kêmbînan fêm bikin. Berê otobusên binefşî tunebûn, lê niha jî em rastî gelek pirsgirêkan tên. Cihên me yên parkkirinê yên li otobusê hatine desteserkirin. Divê van mijaran binirxînin.”
Serhat News
(lg)