Atîk: Li vî welatî qasî şer mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di 6’ê Sibatê de li Mereşê du erdhejên mezin çûbûn. Ji ber erdhejê gelek bajêr wêranbûn û bi dehhezaran welatiyan jî jiyana xwe ji dest da. Serokê Şaxa ÎMO yê Wanê Mîhaîl Atîk got, “Birînên erdhejê hêj nehatine kewandin. Li herêma erdhejê bo avakirina xaniyan dem hêj gelek zûye. Li vî welatî qasî şer mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin”

Mereş, di 6’ê Sibatê de bi du erdhejên wêranker hejiya. Erdhej, li 11 bajaran bû sedema wêraniyek pirr mezin. Li gor daneyên fermî yên dewletê 50 hezar û 399 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da. Serokatiya Daîreya Asayîşê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê daye zanîn ku hêj jî nasnameyên hezar û 297 kesên jiyana xwe ji dest dane nehatiye diyarkirin. Wezaratên Malbat û Tenduristiyê jî diyar dikin ku hêj nasnameya 23 zarokan nehatiye diyarkirin.

Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu daxuyandibû, ji 26 hezar avahiyên  hilweşiyane, an jî divê bilez bêne hilweşandin, enkaza 10 hezar avahiyan hatiye rakirin. Soylu her wiha gotibû li herêmê 250 hezar kon hatine vedan û 50 hezar konteyner hatine bicihkirin. Wezîrê Hawîrdor Bajarvanî û Guherîna Îklîmê Mûrat Kûrûm, destnîşan kiribû ku heta niha li herêma erdhejê dest bi çêkirina 22 hezar û 467 avahiyan kirine.

Tevî ku bi ser erdhejê de zêdetirê 3 meh derbas bûne jî, hej pirsgirêka sitarbûnê ji ya welatiyan ji aliyê deshilatê ve nehatiye çareserkirin. Ev yek jî bûye sedema bertekan. Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) yê Wanê Mîhaîl Atîk di vê çarçoveyê de ji Serhat Newsê re axivî û da zanîn, li herêma erdhejê bo avakirina xaniyan dem hêj gelek zûye.

Atîk: Li vî welatî qasî şer mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin - Meres erdhejen nu

Atîk destnîşan kir ku, lazimê bo çêkirina avahiyan li benda bi dawîbûna paşerdhejan bê sekinîn û wiha domand: “Lewra paşerdej dibe ku li ser zemînê bibin sedema xesar û deformasyonê. Loma xebata ku li ser zemînê bê kirin, ji ber vê sedemê dibe ku encamên zelal dernexin holê. Di vê çarçoveyê de ev xebat pêwîst e, niha neyê kirin.”

Atîk: Li vî welatî qasî şer mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin - mihail atik hastane 1024x682 1
Mîhaîl Atîk

Atîk, her wiha balkişand ser, rakirina enkazên avahiyan jî got, “Rakirina enkazan bi avayekî hoveber (ilkel) tê kirin. Em vê şêwazê bi teqez pesend dikin ne jî pêşniyar dikin.”

Atîk di berdewamiyê de qala ‘Efûyên Îmarê ‘ ku ji aliyê desthilatê ve beriya hilbijartinê gelek cana hatibû ragihandin jî kir û wiha axivî: “Em bi israr dijî efûya îmarê sekinîn. Me çiqas digot, ‘Em di devera erdhejê de ne. Efûya îmarê cînayet e’ Wan a wekî marîfetê, efûya îmarê anîn. Wan a ev ye wekî destkeftiyekê an jî wekî nîmetekî pêşkêş kir. Wekî encam, îro mixabin ew welatî di bin enkazê de man.”

Atîk: Li vî welatî qasî şer mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin - Erdheja Merese Hejmara miriyan gihistiye 31 hezar u 643an 3

Atîk di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku lazime her 10 salan carekê, saziyên têkildar avahiyan kontrol bikin û wiha pêde çû: “Li vî welatî qasî şer mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin. Me ev dît. Erdjeh ji şer pirtir dibe sedema hilweşînê û zirara canî. Ne tenê saziyên cemaweriyê, lazime civak jî vê yekê baş bizanibe. Pêwîst e ku welatî bizanibin ku di nava demê de avahiyên wan rastî deformasyoneke çewa tê û di erdhejekî de dê çi lê bibe. Em wisa tevnegerin, dê ev felaket cardin werin serê me.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Atîk: Li vî welatî qasî şer mirov di erdhejê de jiyana xwe ji dest didin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *