1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Ava Gola Masîyan zêde bûye

Ava Gola Masîyan zêde bûye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Avkevir a bi ser bajarê Agirîyê Gola Masiyan ku sala borî ji ber hişkesaliyê ava wê kêm bûbû îsal bi helîna berfê tejî bûye.

Gola Masiyan nêzîka 30 kîlometre dûrî navçeya Avkevirê ye û ji ber hewaya sar nêzîkî 6 mehan qerisî dimîne.

Ligel hatina biharê û helîna berfê ava golê zêde û derdora wê jî şîn bûye. Bi vejîna xwezayê gelek corên ajelan jî berê xwe dane golê û rengekî din dane derdorê.

Li Tirkiyê Gola Masiyan a Agirî ji asta deryayê goleke herî bilind e ku bilindahiya wê 2 hezar 241 metre ye û piştî berf û barana îsal ava wê nêzîka berfirehiya 3 metreyan zêde bûye û yek metre jî bilind bûye.

serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Ava Gola Masîyan zêde bûye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *