AYM biryara HDP’ê dê îro binirxîne

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Civata Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn, (AYM) dê biryara HDP’ê ku nexwestibû di çarçoveya doza girtinê de parastina devkî bike, dê îro binirxîne.

Pêvajoya doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn berdewam e. Rayedarên HDP’ê beriya niha ragihandibûn ku ew dê di doza girtinê de parastina xwe ya devkî nekin.

Li bendê ye ku îro AYM bicive û biryara HDP’ê ya derbarê vekişîna wê ya ji xweparastinê gotûbêj bike.

Dihat çaverêkirin, ku roja 11’ê Nîsanê yanî îro, rûniştina dozê bê dîtin û parêzer û berpirsên HDP’ê bi devkî parastina xwe bikin. Piştre jî dê AYM’ê jî dê rojekê diyar bikira û derbarê girtinê de biryara dawî bida.

Di çarçoveya vê rewşê de hiqûqnas dibêjin ku li ber dadgehê niha du rê hene. Dadgeh dikare derbarê HDP’ê de biryara “mafê neaxavtinê” bide. Wê demê dê ji bo rapora xwe amade bike dosya bo raportorê dadgehê bê şandin, an jî dê dadgeh careke din mafê parastina devkî bide HDP’ê û bo cara dawî agahdar bike.

Eger dosya biçe raportor, dê raportor di nava mehekê de rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike. Piştre jî dê Serokê AYM’ê Zuhtu Arslan bo biryardayînê rojekê diyar bike û wê rojê jî endamên dadgehê dê bicivin. Roja dadgehê pêş hilbijartinan dibe yan piştî hilbijartinan, dê şanda dadgehê biryarê bide.

Ji bo HDP bê girtin divê ji 15 endamên dadgehê 10 endam dengên “erê” bidin. Heta niha bo piraniya biryarên derbarê HDP’ê de kêmtir ji 10 kesan deng dane. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AYM biryara HDP’ê dê îro binirxîne

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *