1. Haberler
  2. Aktûel
  3. AYM’ê daxwaza taloqkirinê red kir, bo parastinê jî mohlet da HDP’ê

AYM’ê daxwaza taloqkirinê red kir, bo parastinê jî mohlet da HDP’ê

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza HDP’ê ya bo paşxistina doza girtinê red kir. Her wiha dadgehê bo parastina derbarê blokekirina hesaban de jî mohlet HDP’ê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê di 16’ Kanûnê de serî li AYM’ê dabû û xwestibû ku hemû kiryariyên doza girtinê ji piştî hilbijartinên 2023’yan re were taloqkirin.

AYM, bi armanca nîqaşkirina daxwaza HDP’ê îro civiya. Di encama civînê de dadgehê bi avayekî yekdengî daxwaza HDP’ê ya taloqkirinê red kir.

HDP’ê herwiha têkildarî blokekirina hesabên partiyê de jî daxwaz kiribû herî kêm 2 meh mohlet bê dayîn ku, ew bikaribe parastina xwe bike.

Dadgehê di vê derbarê de jî bo parastinê 15 roj mohlet da HDP’ê.

Wekî tê zanîn, Hevserokê Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar 16’ê Çile de ragihandibû ku bo ku hemû kiryariyên derbarê doza girtina partiyê de ji piştî hilbijartinan re bê taloqkirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AYM’ê daxwaza taloqkirinê red kir, bo parastinê jî mohlet da HDP’ê
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *