Bandora Pandemîyê liser Firotina Pirtûkên Kurdî Çîye?

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala


NÛÇEYÊN TAYBET/ Zelal Sahidenur Sari


Weşanxane û pirtûkfiroşên Kurdî ku berya pandemîyê ji kêmbûna firotin pirtûkan bi gazîncebûn, bi destpêkirina pandemîyê firotina pirtûkan ya li ser înternetê zêde bûye.

Ligel belavbûna vîrusa korona ku di Adara sala borî de destpêkiribû, di rêjeyên xwendina pirtûkan de guhartinek berbiçav hat dîtin. Di despêka pêvajoyê de firotina pirtûkan kêmbû jiber ku xelkê di serî de hewilda pêdivîyên bo xwarinê û madeyên paqijiyê bikere. Herwiha wek sedemek din ji girtina pêşengehên pirtûkan jî tê nîşandin. Lê piştî ku ev pêvajoya pandemîyê dirêj bû firotina pirtûkan zêdetir bû û herî zêde jî li ser malperên înternetê ew hatin firotin.
Koordînatorê malpera Pirtûkakurdî Bawer Berşev diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de têkiliya mirovan kêmbû û li ser înternetê firotina pirtûkan zêde bû.
Berşev got, “Di pêvajoya pandemiyê de ji bo ku mirov li malê bimînin û pirtûkan bixwînin me qampanyayek da destpêkirin û encamên baş dest xistin. Bi taybetî jî me bi qampanyayên wekî ‘Li malê bimîne, pirtûkekê bixwîne’ hewl da ku em pirtûkan bi bihayekî erzantir bigihînin ber destê mirovan. Û bi saya vê, firotana me bi qasî 60% zêde bû. Me 6 sal berê dest bi vî karî kir û 6 sal in me pirtûkên bi kurdî şandin Ewropa, Amerîka û heta Rojhilata dûr. Di pandemiyê de eleqeya bi piranî fêrbûna pirtûkên kurdî û çîrokên zarokan em zêde kêfxweş kirin. Di pêvajoya pandemiyê de weşanxaneyên kurdî di şert û mercên dijwar re derbas bûn. Di vê pêvajoyê de, me ji bo derbasbûna wan bi awayekî ku dê kêmtir ji van şertan bandor bike, beşdar kir. Ji ber ku di heyama dawî de ez pê agahdarbûm ku malperên mezin ên pirtûkfiroş gavbigav ji bazara kurdî vedikişin an jî qet nafiroşin.”

Kirîna pirtûkan ji bo mirovan vebijarkek duya ye

Lê Nûnerê Weşanên Sor (Weşanên Sor) Reşo Ronahî diyar kir ku ji ber ku pêvajoya pandemiyê krîza aborî kûrtir kir, bi vê serdemê kirîna pirtûkan ji bo mirovan bû vebijarkek duyan.

Ronahî got, “Bi giştî em ne civakeke xwendevan û nivîskar in. Dema ku em şert û mercên zimanê kurdî jî li ser vê yekê zêde bikin, ev rêje hê zêdetir dadikeve. Krîza aborî ya ku beriya pandemiyê dest pêkirî bû. Dema ku şert û mercên neyînî yên ku ji hêla pandemiyê ve hatî çêkirin zêde bûn, hêza kirîna mirovan kêm bû. Pêşangehên pirtûkan bo rewşenbîran cîhên herî yên kombûnê bûn û jibo her weşanxaneyekê jî pir baş bû. Li gorî daneyên TUYAP’ê yên wê demê pêşengeha herî dawî ya beriya pandemiyê li Amedê hatibû lidarxistin û ji aliyê 174 hezar kesî ve hat ziyaretkirin. Helbet ev beşdarbûn di firotina pirtûkên kurdî de jî bi bandor bû. Lê ji wê demê heta niha pêşengehek bi wî awayî mezin nehatiye organîze kirin û ev yek ji bo weşanxaneyan zirareke mezin e.”

Rewşa Awarte eleqeya ji bo pirtûkên Kurdî kêm kir

Rêvebirê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk got ku di dema pandemiyê de me çapkirina pirtûkan berdewam kir û li gorî salên borî me hejmara pirtûkên ku me çap kirin kêm nekir.

“Me pirtûkên xwe yên ku me nekarîn demeke dirêj çap bikin jî amade kirin. Wekî weşanxane berê derfeta me tunebû ku em xwe bigihînin gelek bajaran. Di vê pêvajoyê de me ev pirsgirêk qismî çareser kir, ji ber ku me malpera xwe ya weşanxaneyê ji bo firotanê vekir.”

Çevîk dibêje ku em nikare behsa zêdebûn an jî kêmbûneke cidî ya eleqeya ji bo pirtûkên kurdî bike, berovajî vê eleqeya li hemberî pirtûkên kurdî di her demî de yek bû.
“Di nav sedemên vê xemsariyê de; Dikare were nîşandan ku kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye, naguhere zimanê bazarê û zextên siyasî. Ji aliyê din ve pêşangehên me bi xwendevanên xwe yên taybet re anîn cem hev û di demên krîzê de jî firotana me ya fûarê pir baş bû. Her sal ji sala berê gelek çêtir diçû. Loma jî betalkirina fuaran xirab bû.”

Werger: Arif Aslan

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bandora Pandemîyê liser Firotina Pirtûkên Kurdî Çîye?

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *