Navçeya Artemêtê ya Wanê, her çiqas bi baxçeyê sêvên xwe yên navdar bê nasîn jî, di mehên havînê de bi darên qeysiyan yên rengîn dixemile. Qeysiyên Artemêta, ku di mehên biharê de xemla xwe li xwe dikin, dema wext vegeriya dawiya havînê vê car jî li ser banan bo ku zuha bibin tên tên raxistin.
Li navçeya Artemêtê ya Wanê, baxçeyê Lutfu Îlhan ê 65 salî ku wekî ‘Lutfu Dayinin Yerî’ tê nasîn ji 15 doniman pêk tê. Di nava baxçe de hima bêje hemû cure darên fêqî hatine çandin.
Îlhan, di 20 saliya xwe de dest bi peywira karmendiyê dike û di 42 saliya xwe de jî teqawît dibe. Piştî teqawîtbûnê, wî li Artemêtê ji xwe re baxçeyek 15 donim ava kiriye û 250 cure darên fêqî çandiye û tesîsek masiyên deqsor çêkiriye. Demek pişt re tesîsa masiyan ji ber lêhiyê zirar dibîne.
Baxçe bi tenê serê xwe ava kiriye
Dû re, ‘Lutfu dayinin yeri’ dibe cihê seyrangehê û her roj bi dehan kes li vir di bin siya darên qeysiyan de, awirên xwe berdidin nava asîmanê hêşîn.
Îlhan, bi keyfeşî dibêje ku ev baxçe bi tenê serê xwe ava kiriye û hemû şitil bi destê xwe çandine. Wî di berdewamiyê de wiha got: “Di baxçeyê min de nêzî 170 darê qeysiyan hene. Nêzî 30-40 tayên sêv û hurmiyan jî hene. Li gel van darên vişne, gêlas, xox û hima bêje hemû cure darên feqî hene. Ji bilî van darên gûz jî hene. Di nava van de yên ku hilberîna wan herî zor û zehmet qeysîne. Berhevkirin, zuhakirin û firotina wan gelek zehmet e. Bazareke ku lê bên firotin tuneye. Ger me karê çend kîloyekan bidin hin malan, me de. Nexwe em yên mayî hemûyan zivistanê di sobeyan de wekî komir dişewitînin.”
‘Dema ew zer bûn, êdî bo min wext hatiye’
Îlhan, destnîşan kir ku di dawiya mehên havînê de li gel zerbûna qeysiyan ew dest bi berhevkirinê dikin û wiha pêde çû: “Ez li vir tenê wan zuha dikim. Çekirina rêçel û xweşavê ez nizanim. Lewra, malbat vana ji min distînin û di malên xwe de dikin reçel an jî xweşav. Hinek jî qeysiyan dikin pestîl. Ez li vir tenê sû cure zuhakirinê dikim. Ya ewil, ez hundirê wan vedikim. Pişt re, ji dendikan cuda ez wana zuha dikim. Bi şiklek din jî ez wana tevî dendikên wan bo xweşavê zuha dikim. Şikle sêyan yê zuhakirinê jî pestîle. Em qeysiyên pirçiqîne, bo ku ziyan nebin dikin pestîl. Qeysiyên têne vekirin, yên şêrîntirin. Yên bo xweşvê hinek tirşin.”
Hilberîna organîk dike
Îlhan ê ku bi avayekî organîk, beyî bikaranîna dermanên kimyevî, hilberînê dike, got ku temenê darên wî nêzî 18 saliyê û wiha derbirî: “Em li vir tevî 6-7 kesan kar dikin. Tabî, ev baxçe hem qada seyrangehê ye, hem jî baxçeyê fêqiye. Jiber ku di bin piyên kesên têne seyrangehe de nepirçiqin, divê em rojane qeysiyan berhev bikin. Karê berhevkirinê nêzî du mehan dewam dike. Pereyê ji qeysiya dikeve destê me têra meaşê xebatkaran jî nake. Kooperatif an jî febriqeyek heba fêqiyên me wiha ziyan nedibû.
Ez 15 donim erdê xwe bi xortomê av didim
Di dawiyê de Îlhan, ku ev pêvajo ji me re parve kir, dibêje pirsgirêka wan ya herî sereke kêmbûyîna avê ye û wiha axivî: “Ava me ji navçeya Payîzavayê tê. Ji Payîzavayê heta vir li ser rêya avê nêzî 100 gund hene. Ava me hefteyê 5 rojan tenê heye. Av tabî ji vir bo Wanê jî diçe. Para mezin ya avê bi rêya Santrala Hidroelektirîkê didin nava Gola Wanê. Bi vî avayî jî ava me kêm dibe. Ez 15 donim erdê xwe bi xortomê av didim.”
Vîdeo: Bariş Aslan
Serhat News
(lg)