Li Tirkiyê heta roja 21ê vê mehê derfet heye ji bo malbat û xwendekar daxwaza dersên zimanê Kurdî bikin.
Li Tirkiyê tenê hefteyek maye ji bo bijartina waneyên Kurdî taybet bi polên 5-6-7 û 8. Hejmareke zêde ya partî, platform, rêxistin û sazî ji welatiyan daxwaz dikin waneyên bi Kurdî bijêrin.
Metirsiya li ser Kurdî
Zekeriya Yapicioglu, Serokê Giştî yê HUDA PARê, dibêje, “Em bangewazî li hemû gelê xwe dikin; zimanê xwe jibîr nekin, zarokên we bila dersa Kurdî hilbijêrin ku zimanê xwe jibîr nekin. Kurdên li Tirkiyê dijîn, ji %20 Kurdî dizanin, eger pêşî li vê neyê girtin, rêjeya kesên bi Kurdî biaxivin û binivîsin dê bibe ji %5.”
Li gor rênmayên Wezareta Perwerdeyê, li her dibistaneke bajarên Kurdan yên Tirkiyê eger 10 xwendekar daxwaza dersê waneyên Kurdî bikin, ew ê poleke taybet bi zimanê Kurdî ji bo wan vekin.
Pispor dibêjin niha xelkên li Tirkiyê li pêşiya taqîkirinê de ne û ew ê serkeftî bin dema giringiyê didin zimanê xwe yê dayikê. Herwiha dibêjin çiqas daxwaz zêde be, wê demê hikûmet neçare giringiyeke zêde bide waneyên Kurdî.
Pêwîstiya statuya qanûnî
Mizgîn Yalçin, Mamosteya Zimanê Kurdî, dibêje, “Zimanek eger statuya qanûnî nestinîne, ew ziman bê qedr û bê qîmet dibe, em jî dibêjin, ev tiştek kêm be jî îro hilbijartina dersa Kurdî heye û 2 saet e, lê çiqas bê hilbijartin ew her zêde dibe.”
Daxwaza zimanê Kurdî bi temamî tiştekî yasayî ye û ji aliyê hikûmetê ve rê pê hatiye dayîn.
Sendîkeyên parêzeran li parêzgehên Amed, Îlih, Mêrdîn, Riha. Şirnex û Wanê ji malbatên xwendekaran daxwaz dikin waneyên Kurdî jibo zarokên xwe hilbijêrin, di heman dem de dibêjin ku ew amade ne alîkariya wan bikin, eger ti astengiyên ne yasayî derkevin.
Alîkariya yasayî
Nahît Eren, Serokê Baroya Amedê, diyar dike, “Kîjan dibistan ji wan (malbat) re pirsgirêk derbixe, dikarin serî li me bidin û em jî dikarin li dozgeriyê giliyê tomar bikin.”
Nêzîkî du hezar derçûyên kolêjên beşê ziman û wêjeya Kurdî hene, lê jiber daxwaza kêm a xwendekaran jibo xwendina bi zimanê Kurdî, tenê 79 mamosteyên zimanê Kurdî hatine destnîşankirin.
Jêder: Rudaw
(A-A)