1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Barîna berfê li heremê bi bandor e

Barîna berfê li heremê bi bandor e

featured
WÊNE: AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarên heremê, gelek rêyên gundan ji ber berfê hatine girtin û pîleya germahiyê jî daketiye jêr.

Barîna berfê li bajarên Erzirom, Qers, Erdexan û Colemêrgê tesîrek nebaş li ser jiyana rojane ya walatiyan dike.

Barîna berfê li heremê bi bandor e - Barina berfe li hereme bi bandor e 3

Li bajarên Qers û Erdexanê şevê din heta sibehê berf bariya û her cih ji berfê spî bûye. Herwiha li Erziromê jî piştî berfeke zêde, pileyên germahiyê daketin û rêyan cemed girt.

Serê sibê, li Qersê berfê dîsan destpê kir.  Li deverên bajêr yên bilind berfeke zêde bariya û ji ber mij û moranê ajokaran demên zehmet derbas kirin. Li Erdexanê jî her cihî cemed girtiye û pileyên germê daketine jêr.

Barîna berfê li heremê bi bandor e - Barina berfe li hereme bi bandor e 2

Li Colemêrgê jî ji ber barîna berfê, rêya gelek gund û mezrayan hat girtin. Li hinek cihan bilindiya berfê gihişte çar metreyan. Li deverên ku rê hatine girtin, ekîban bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatan kiriye. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Barîna berfê li heremê bi bandor e
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *