Bav û kur di şer de hatin kuştin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama şerê di navbera du malbatan derketiye de, li Yuregîra Edeneyê bav û kurek hatin kuştin.

Li gor agahiyan, li cadeya Suleyman Vahît a bi ser Taxa Yunus Emre ya navçeya Yûregîrê, di navbera du malbatên ku beriya niha di navbera wan de dijmintî hebû, şerek çekdarî derketiye.

Di encama şer de welatiyê bi navê Salih Kiliç ê 15 salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, welatiyê din ê bi navê navê Abdurrahman Kiliç ê 44 salî jî birîndar bû.

Cenazeyê Salih Kiliç bo otopsiyê rakirin morga Tiba Edlî ya Edeneyê.

Abdurrahman Kiliç ê birîndar jî ji Nexwexaçeya  Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê hat veguhertin.

Hat ragihandin ku Kiliç ê birîndar li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxaleyan jî nehatiye rizgarkirin û jiyana xwe ji dest daye.

Hêzên ewlekariyê bo girtina kesên tevli şer bûne dest bi xebatan kirin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Bav û kur di şer de hatin kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *