Baytar Cumalî Ozkan: Nexweşiya ‘Şebê’ dibe sedema mirina sewalên ciwan!

featured
Bazara Sewala a Wanê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nexweşiya şebê li Tirkiyeyê bûye sedema girtina hejmarek zêde bazarên sewalan. Baytar Prof. Dr. Cumalî Ozkan dibêje ku ji ber aşî li sewalan nayê kirin nexweşî zêde bûye û dide zanîn ku ev jî dibe sedema zirarên aborî.

Li gelenperiya Tirkiyeyê ji ber nexweşiya SAT2 Serotîpî (Şeb) li hin bajaran bazarên sewalan hatine girtin û qarantîna tê pêkanîn. Yek ji van bajaran jî Wan e.

Ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanan ve veguhestina sewalan hatiye rawestandin û li gelek bajaran jî ji aliyê walîtiyan ve firotina şîr û berhemên şîr hatiye qedexekirin.

‘Ji ber ku tedbîr nehatine girtin, nexweşî belav bûye’

Du meh beriya niha nîşaneyên vê nexweşiyê cara ewil hatibûn dîtin. Hindekarê Fakulteya Beytariyê yê Zanîngeha Yuzuncu Yila Wanê û Serokê Odeya Beytarên Wan û Colemêrgê Prof. Dr. Cumalî Ozkan derbarê nexweşiyên de hin agahî bi Serhat Newsê re parve kir. Ew diyar dike ku ev nexweşî bo ku tedbîr nehatine girtin, derketiye holê.

Ozkan dibêje ku nexweşiya Şebê, li sewalên ku du simên (Çift tirnakli) wan hene tê dîtin, têger û enfeksiyneke têger a xwedî karakterekî zoonotîke (nexweşiyên ku ji sewalan derbasî mirovan dibin)

Baytar Cumalî Ozkan: Nexweşiya ‘Şebê’ dibe sedema mirina sewalên ciwan! - Baytar Cumali Ozkan Nexwesiya ‘Sebe dibe sedema mirina sewalen ciwan 2
Cumali Ozkan

‘Li ser sewalên du simên wan hene, tê dîtin’

Ozkan got ku ev bi sedsalan e nexweşiya Şebê tê dîtin û wiha dewam kir: “Bi taybet li sewalên ku du simên wan hene, yên wekî pez, gareş û hêştiran de tê dîtin. Ev nexweşî di sewalan de dibe sedema germbûna laş, di nava dev, sim û serê memik de dibe sedema birînan. Li welatê me aşiya vê nexweşiyê heye. Di gareşan de dibe sedema zirarê û wan a lewaz dike. Ev nexweşî dibe sedema mirinan û aliyê aborî de jî zirarê derdixe holê. Piranî li dewletên Asya û Afrîkayê tê dîtin.”

‘Di xwarina goştê sewalên nexweş de tu pirsgirêk tuneye’

Bo tedbîrê jî Ozkan dibêje ku divê beriya nexweşî derkeve, sewal werin aşîkirin û wiha pêde çû: “Pêwîste ku rê li ber têkiliya di navbera sewalan de bê girtin. Ji ber vê bazarên sewalan hatine girtin. Dîsa divê bo ku rê li ber belavbûnê bê girtin, veguhestina sewalan di navbera bajar û navçeyan de bê astengkirin. Li bajarê me jî biboneya ku li ser sînore, xeterî zêde ye. Ji ber vê sedemê pêwîste sewal bêne aşîkirin. Rê li ber neyê girtin, dikare ev nexweşî di nava 10 rojan de li gelemperiya Tirkiyeyê belav bibe. Ev nexweşî ji sewalan derbasî mirovan dibe. Lê li ser mirovan xetereyên mezin naderxê holê. Lewra tu pirsgirêka xwarina goştê van sewalan tuneye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Baytar Cumalî Ozkan: Nexweşiya ‘Şebê’ dibe sedema mirina sewalên ciwan!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *